Girtiyê siyasî bi 6 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin
Girtiyê siyasî yê 27 salî Rêbwar Marawî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Tehranê bi 6 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Girtiyê siyasî yê 27 salî Rêbwar Marawî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Tehranê bi 6 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Hana) bi raporekê ragihand ku Dadgeha Îstînafê ya Tehranê (27'ê Hezîranê) cezayê girtîgehê yê li giriyê siyasî Rêbwar Marawî hatiye birîn erê kiriye.
Girtiyê siyasî Rêbwar Marawî ku ji gundê Marawê yê bajarê Kamyaran e û li Tehranê dimîne, di protestoyên dawî yên li Îranê de hate girtin û bi sûcdariya 'Hevkariya bi Îsraîlê re' 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Li gorî biryara dawî ya Dadgeha Îstînafê ya Tehranê, cezayê girtîgehê bi 4 salan hate kêmkirin û 6 sal cezayê girtîgehê ji aliyê dadgehê ve hate erêkirin.
Rêbwar Marawî ku 9'ê Çileya 2026'an ji aliyê hêzên Îranê ve li Tehranê hate binçavkirin, piştî ragirtina ji mehekê heta bidawîbûna darizandinê bi kefaletê hatibû berdan.
Rêxistina Hanayê diyar kir ku lêpirsîn li gorî şertên darizandina adîl nehate meşandin û xwest, mafê parastinê ji Rêbwar Marawî re bê naskirin. Hate ragihandin ku biryar peymanên navneteweyî yên Îranê bi şênberî binpê dike.